Şêx Cehfer: Çi derfetê de be wê Pêşmerge Kerkûkê bistîne!

Fermandarê yekîneyên 70 yên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, Pêşmerge di çi derfetekê de be jî dê biçe cîhê xwe yê sînorê Kerkûkê. Herwaha got, fermana girtina Kosret Resûl Elî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve xeyal e.

25.10.2017, Çar - 11:58

Şêx Cehfer: Çi derfetê de be wê Pêşmerge Kerkûkê bistîne!
Nuçe Belav bike

Fermandarê yekîneyên 70 yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa di axaftina xwe ya BasNewsê de ragehand: ‘’Kerkûk ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dagir kirin. Lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê careke din vegerin heman deverê û di çi rewşekê de be jî hêzên Pêşmerge dê biçin cîhê xwe. ‘’

Herwaha got: ‘’Kerkûk bajareke Kurdistanê yê giring e, ji ber jî em bingeh çêdikin ku hêzên Pêşmerge di her rewşekê de be biçe cîhê xwe.’’

Şêx Cehfer got: ‘’Wek fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ez pir geşbînim ku hêzên Pêşmerge dê careke din vegere Kerkûkê. Bê guman bi hewl û westandina Pêşmergeyên qehreman dê Kerkûk vegere bo kontrola Pêşmerge.’’

Derbarê dadgeha Resafe ya girtina Kosret Resûl de jî got: ‘’Hikûmeta Iraqê nikare Kosret Resûl Elî bigre. Ji ber ev biryareke siyasî ye. Ya din jî kak Kosret berpirsê duyem ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê jî girtina wî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tenê xeyal e, ne ti tiştek din e.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1770 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:52:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x