Di navbera Pêşmerge û DAÎŞ'ê de pevçûn derket...

Li herêma Rezge ya ku girêdayî Tûzxûrmatû ye êrişa DAÎŞ'ê ku bir liser Pêşmerge hat şikandin û encamê de 2 DAÎŞ'î hatin kuştin.

07.09.2017, Per - 07:57

Di navbera Pêşmerge û DAÎŞ'ê de pevçûn derket...
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku derengî şeva borî DAIŞê li devera Rezge ji 3 milan ve êrîşî ser çeperên pêşmerge kirine û şer bo dema nêzîkî seat û nîvekê berdewam bûye û pêşmerge êrîşa wan têkşikandiye.

Herwiha tê gotin ku termê 2 çekdarên DAIŞê ketiye destê pêşmergeyan û fermandeyekî pêşmerge jî dibêje ew rê nadin ku DAIŞ pêşve biçe.

Piştî şer niha rewşa deverê aram bûye.

Di dema 2 mehên borî de DAIŞê herî zêde li sînorê Rezge êrîşî çeperên pêşmergeyan kiriye lê tevahiya wan hatine têkşikandin.

Piştî derxistina çekdarên DAIŞê ji Mûsil û Teleferê, dem bi dem çekdarên wê rêxistinê, li eniyên cuda cuda êrişî ser çeperên pêşmerge dikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1532 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x