‘Hêzên Pêşmerge vedigerin herêmên bi nîqaş'

Berdevkê eşîretên erebên sunî yên li herêma Nînovayê Mizahim Huwet di axaftina xwe de ragihand ku hêzên Pêşmerge vedigerin herêmên bi nîqaş ên berî 16ê Cotmeha 2017an.

23.03.2018, Cum - 05:59

‘Hêzên Pêşmerge vedigerin herêmên bi nîqaş'
Nuçe Belav bike

Berdevkê eşîretên erebên sunî yên li herêma Nînovayê Mizahim Huwet di axaftina xwe de got: "Hefteya pêşiya me heyeteke amerîkî serdana Bexdayê dike. Armanca serdana heyeta amerîkî jî ji bo vegera hêzên Pêşmerge yên herêmên bi nîqaş e. Amerîka wê ji Bexdayê daxwaz bike ku ji bo vegera Pêşmerge bi Herêma Kurdistanê re li hev bike. Piştî lihevkirinê dê Pêşmerge vegere herêmên bi nîqaş."

Mizahim Huwet di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ev herêmên bi nîqaş dagir kirin li hemberî xelkên sivîl gelek sûc kirin û valahiyeke mezin a ewlehî heye. Dema ku ev herêm di destê Pêşmerge de bû ti pirsgirêk tinebû û em dixwazin dîsa vegerin."

Huwet di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Iraqê di demên dawî de li herêmên bi nîqaş êrişên DAIŞê zêde dibin. Piştî van êrişan me daxwaz ji Amerîkayê kir ku bila hêza Pêşmerge vegere herêmên bi nîqaş."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x