PKKyê nasnameya gerîlayên êrişa li Enqereyê pêk anîn eşkere kir

PKKyê nasnameya gerîlayên li Enqereyê li nêzîkî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişî pêk anîn eşkere kir.

04.10.2023, Çar - 05:52

PKKyê nasnameya gerîlayên êrişa li Enqereyê pêk anîn eşkere kir
Nuçe Belav bike

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê nasnameya gerîlayên 1ê Çiriya Pêşîn li Enqereyê li nêzîkî Wezareta Karên Navxwe êriş pêk anîn daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê kesên ew êriş kirine Ozkan Şahînê bi nasnavê Rojhat Zîlan û Hasan Oguzê bi nasnavê Erdal Şahîn e.

Ozkan Şahîn li bajarê Wanê ji dayik bûye û sala 2014an tevlî PKKyê bûye.

Hasan Oguz jî li Mêrsînê ji dayîk bûyer û sala 2013yan tevlî PKKyê bûye.

Çi bûbû?

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:11:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x