Fermandarê amerîkî: Ez bawer nakim li Reqqayê rêvebiriya kurd were avakirin

Fermandarê Koalîsyona Dijberiya DAIŞê yê Amerîkî General Stephen Townsend ragihand ku ez bawer nakim li Reqqayê rêvebiriya kurd were avakirin.

29.03.2017, Çar - 06:43

Fermandarê amerîkî: Ez bawer nakim li Reqqayê rêvebiriya kurd were avakirin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Koalîsyona Dijberiya DAIŞê yê Amerîkî General Stephen Townsend ragihand ku ez bawer nakim li Reqqayê rêvebiriya kurd were avakirin. Kurd li bakurê Sûriyeyê xwediyê ji sedî 10ê nifûsê ne, bi vê nifûsa kêm nikarin sîstemeke federatîf ava bikin.

General Stephen Townsend di berdewamiya axaftina rewşa Sûriyeyê ya dawî nirxand û got: "Mîsyona min ne avakirina dewleteke federatif a kurd e. Em Reqqayê ne ji bo grûbekê rizgar dikin. Her çiqas di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kurd peşengiyê bikin jî ji nêviyê wan zêdetir ne kurd in. Di nav de ereb, tirkmen û grûbên din hene. Yanî bi giştî li bakurê Sûriyeyê ji sedî 10 kurd in. Ez bi xwe li wir texmîna avakirina dewleteke federatif a kurd nakim."

Townsend di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hêzên YPG di operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê de rolê jî bigirin, wê dîsa bere paş vegerin. Li bakurê Sûriyeyê bi hêzê tiştêk nayê guherandin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:07:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x