Bi dronan êrîşî bajarekî Rûsyayê hat kirin

Medyaya Rûsyayê ragihandiye, vê sibê bi rêya dronê ve, êrîşî ser navçeya Krasnodar a Rûsyayê hatiye kirin ku dikeve ser sînorê Ukraynayê.

26.05.2023, Cum - 07:08

Bi dronan êrîşî bajarekî Rûsyayê hat kirin
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya Rûsyayê, piştî ku bi rêya dronê êrîşî ser navçeyê hatiye kirin, dengê hejmarek teqînên bihêz li Krasnodar hatiye bihîstin û tirs li cem nişteciyên wî bajarî dirust kiriye.

Ji aliyekî din ve jî, Hakimê Navçeya Rostovê ya Rûsya ragihandiye, sîstema berevaniyê ya Rûsyayê mûşekekî Ukraynayê têk biriye ku navçeya Rostovê kiriye armanc.

Ev di demekê de ye ku hîn jî rayedarên Moskowê ti daxuyaniyek li ser êrîşên li dijî navçeyên sînorî yên Ukraynayê nedane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:39:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x