Rûsya: Danûstandinên ji bo normalkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê rawestiyane

Nûnerê Taybet ê Serôkê Rûsyayê Aleksander Lavrentiev ragihand ku danûstandinên taybet ên ji bo asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê ji dawiya sala borî ve rawestiyane.

30.01.2024, Sal - 19:00

Rûsya: Danûstandinên ji bo normalkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê rawestiyane
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet ê Vladimir Putin ê karûbarên Sûriyeyê Aleksander Lavrentiev ji medyaya ya xwe ragihand ku ji dawiya sala 2023yan ve pêvajoya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê rawestiyaye.

Aleksander Lavrentiev li ser sedema rawestîna van pêwendiyan got, “Li gorî Sûriyeyê divabû Tirkiye teqez ji Sûriyeyê vekişe.”

“Tirkiye di demeke nêzîk de venakişe”

Aleksander Lavrentiev li ser pirsa, “Tê çaverêkirin ku Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe?” got:

“Ez nikarin bibêjim ku dê hêzên Tirkiyeyê di demeke nêzîk de ji Sûriyeyê vekişin.”

Lavrentiev destnîşan kir asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê yek ji karên li pêş ên Tirkiyeyê ye û pê de çû:

“Li gorî me ev mijar gelekî girîng e û divê di vê mijarê de pêşveçûn hebe.”

Tirkiye endama NATOyê ye, di şerê navxwe yê Sûriyeyê de bandoreke wê ya berbiçav heye û piştgiriyê dide beşeke mixalefeta Sûriyeyê.

Tirkiyeyê cara ewil sala 2016an bi hinceta DAIŞê leşkerên xwe şandin xaka Sûriyeyê û bi piştgiriya grûpên çekdar ket Cerablûs, Bab û Ezazê.

Tirkiyeyê sala 2018 an bi piştgiriya van grûpên çekdar Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kir.

Dîsa bi piştigiya van koman sala 2019an jî bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Tîrmeha 2023yan gotibû ku wan deriyên xwe ji Sûriyeyê re û ji dîyaloga bi Beşar Esed negirtine lê ji axa Sûriyeyê dernakevin.

Piştî ku sala 2011an şerê navxwe yê Sûriyeyê dest pê kir, Tirkiyeyê pêwendiyên xwe yên bi Şamê re birîn lê sala 2021ê hewl da van pêwendiyan careke din ava bike.

Wê demê wezîrên karên derve û wezîrên parastinê yên her du welatan civiyan lê van civînan berdewam nekir û herwiha civîna Erdogan û Esed jî pêk nehat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:43:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x