Rûsya: Êrîşên Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê rê ji bo xwe rêxistin kirina DAIŞê vekir

Rûsyayê bal kişand, ku êrîşa Tirkiye hemberî bakur rojhilatê Sûriye, rê li ber xwe birêxistin kirina DAIŞê vekir û ev yek cihê metirsiyê ye.

23.11.2019, Cts - 06:28

Rûsya: Êrîşên Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê rê ji bo xwe rêxistin kirina DAIŞê vekir
Nuçe Belav bike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov anî ziman, ku piştî êrîşa Tirkiye li Sûriye, bi sedan endamên DAIŞ serbest man e û ev yek metirsiyê peyda dike. Oleg Siromolotov, DAIŞiyên reviyayî dikarin hêzê bidin liv û tevgerên rêxistinê.

Siromolotov diyarkir, ku hejmarek eşkere ya DAIŞiyên reviyayî di destê wan de nîn e, lê bi guman in ku ew hejmar bi sedan e. Herweha Rûsya bi dilgiranî li vê rewşê temaşe dike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, êrîş dibe egera aloziyan di navbeyna pêkhateyan û mezheban de jî. Divê rê ji bo êrîşên nû neyê dan. Rêkeftina Tirkiye-Rûsya, ku li ser erdê bicîh bû, dikare bibe rêgir ji aloziyên mezintir re.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 875 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x