Tîma Jinan a Amedsporê li Îzmîrê biserket

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li Îzmîr a Tirkiyê Tîma Jinan a Şaredariya Konakê 1-0 têk bir.

09.01.2023, Pts - 07:46

Tîma Jinan a Amedsporê li Îzmîrê biserket
Nuçe Belav bike

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Lîga Super de dilîze roja Yekşemê 8ê Çileya 2023an, Tîma Jinan a Şaredariya Konakê 1-0 têk bir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Koma B ya Lîga Super a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) da têdikoşe, di hefteya 10emîn a lîgê da li Îzmîrê bi Tîma Jinan a Şaredariya Konakê re hat hemberî hev.

Di lîstika ku li Yarîgeha Ataturkê hat lîstin de Tîma Jinan a Amedsporê bi gola Bakradze Teona ya di xuleka 35emîn de Şaredariya Konak 1-0 têk bir.

Amedsporê bi vê serketinê pûana xwe derxist 16an û bû 4emîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x