Baregeha Hevpeymanan li Tinifê rastî êrîşeke bi dronan hat

Dronek hat şikandin û ya din jî di nava baregehê de teqiya

15.08.2022, Pts - 11:26

Baregeha Hevpeymanan li Tinifê rastî êrîşeke bi dronan hat
Nuçe Belav bike

Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Tinifê ya li sêgoşeya sînorî Sûriye – Urdin – Iraqê rastî êrîşeke bi dronan hat, bêyî ku ti ziyanên canî derkevin.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand, îro danê sibê bi hejmarek dronan êrîş li derdora baregeha Tinifê hate kirin.

Diyar kir jî, dronek hate şikandin, lê drone duyem di nava baregehê de teqiya, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin.

Fermandarê Erkên Hevbeş ên Hevpeymanan John Brennan got: “Êrîşên bi vî rengî jiyana sivîlên Sûrî yên bêguneh dixe metirsiyê. Em ê tedbîrên guncaw ji bo parastina hêzên xwe bistînin.”

Baregeha leşkerî ya Tinifê, li sêgoşeya Sûriye, Iraq û Urdinê dikeve û bi armanca rûbirûbûna DAIŞê, di sala 2014an de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî hatibû damezirandin û çekdarên grûpa Mexawîr El-Sewra ya opozîsyona Sûriyê jî lê ne.

Pêştir jî ew baregeha Hevpeymanan rastî êrîşan hatibû. Tê gotin jî, ew êrîş ji aliyê mîlîşyayên ser bi Îranê ve yên li gundê El-Alayaniyê ne tê kirin ku tenê bi qasî 30 k.m dûrî baregeha Tinifê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:42:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x