Kazakistan: Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê dê 29-30ê rêbendanê li Soçiyê were lidarxistin

Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê ragihand ku dê Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê 29-30 rêbendanê li Soçiyê were lidarxistin.

22.12.2017, Cum - 13:29

Kazakistan: Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê dê 29-30ê rêbendanê li Soçiyê were lidarxistin
Nuçe Belav bike

Serokê Daîreya Asya û Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê Aidarbek Tumatov li ser pirseke rojnamevanan eşkere kir ku dê Kongreya Niştimanî ya Diyalogê ya Sûriyeyê di 29 û 30ê meha rêbendana 2018an li bajarê Soçiyê were lidarxistin.

Ji hêla din ve rayedarekî ku di lîsteya beşdaran de ye ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku di mijara beşdaran de hîn lihevkirinek tune ye û dibe ku lîsteya beşdaran di nîvê meha rêbendanê de teqez bibe.

Heman çavkaniyê diyar kir ku hîn lîsteya beşdaran ne diyar e û "di warê lihevkirina navên beşdaran de xebat didomin"

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî piştî civîna meha bihûrî li Soçiyê biryara lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê dabûn.

Herwiha hatibû ragihandin ku tê plankirin ku di demekê nêz de kongre li Soçiyê were lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x