Li Idlibê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 9 jî birîndar in

Li Idlibê, 4 serbazên Tirkiyê di êrîşeke artêşa Sûriyê de hatin kuştin. Tirkiye jî gefa tolvedanê dixwe.

03.02.2020, Pts - 06:32

Li Idlibê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 9 jî birîndar in
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir, îro danê sibê 4 serbazê wê di êrîşeke artêşa Sûriyê de li ser xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li derdora Idlibê hatin kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûn, birîna yekî jî pir giran e.

Di wê derbarê de, Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, “Tola kuştina serbazên xwe li Idlibê radikin.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê amaje bi wê jî da, hêzên wan bersiva wê êrîşê da û karîn hejmarek ji armancên artêşa Sûriyê têk bibin.

Li Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên Tikiyê hene, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, ew xalên çavdêriyê têra xwe hatine amadekirin û ji bo her cure êrişê jî di amadebaşiyê de ne.

Akar gotibû: Xalên wan ên çavdêriyê li Îdlibê, ji bo agirbestê roleke mezin dilîzin û ew dest ji wan 12 xalan bernadin.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Tirkiye li deriyê sînorî yê Kefir Losîn yê li bakurê Idlibê, tenê duhî 320 barhilgir çek û pêwîstiyên serbazî û lojistî derbasî Sûriyê kirin û ber bi Idlib û Helebê ve şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:23:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x