Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergî derbarê operasyona hewayî ya Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li ser Sûriyeyê de axift û got, "peyameke vekirî bû ji rejîma Esad û piştgirên wê Rûsya û Îranê. Operasyonê nîşan da ku raya giştî ya navneteweyî hema wisa bêdeng li qeraxekê rûneniştiye."
Stoltenbergî bersiva televizyoneke tirkî da û li ser berfirehî û meşrûyeta operasyona li dijî Sûriyeyê wiha axift: " Ev operasyon ihtimala bikaranîna çekên kîmyewî di pêşerojê de ji holê ranekiribe jî, kapasîteya wê kêm kir…Xebata Neteweyên Yekbûyî jî çêbûn ji bo ku lêpirsîneke serbixwe di mijara çekên kîmyewî de were kirin, Rûsyayê ew asteng kir."
Pirsek li ser peyamên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî yên diyaloga li gel Rûsyayê ji Stoltenbergî hat kirin û wî jî wiha bersiv da: "NATO ne li dijî wê ye ku ji aliyê siyasî ve danûstendin li gel Rûsyayê bên kirin. Dibe diyalog bi Rûsyayê re bibe, lê divê di xeta hevpeymaniyeke xurt de be."
Sekreterê Giştî yê NATOyê, bersiva pirsyara kirîna pergala parastina hewayî ya S-400ê ya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî da û got, "biryareke neteweyî ye. Ji aliyê NATOyê ve ev mesele, meseleya karîna entegrekirina pergalê ye."
Stoltenberg derbarê civîna xwe ya li gel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli got, "Em dê li ser xebata li gel Tirkiyeyê berdeam bin."