Sûriye dîsa xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji nava axa wê bikişîne

Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Sûriyeyê ji ajansa SANAyê careke din bangî "Tirkiyeyê kir ku bê merc û demildest hêzên xwe ji nav axa Sûriyeyê bikişîne."

26.03.2018, Pts - 16:42

Sûriye dîsa xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji nava axa wê bikişîne
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya SANAyê, çavkaniyê got: Rayedarên rejîma Tirkiyeyê vê dawiyê her daxuyanî dan ku xetera ewlekariyê ya çekdarên li Efrînê bi dawî bûye ku rejîma Erdoganî ew wek behane bi kar anîbû da ku êrîşa xwe ya xedar li ser Efrîna wek bajarekî sûrî tê nasîn pêk bîne…Û qaşo ew xeter bi dawî bibe, dê hêzên xwe ji nava axa Sûriyeyê bikişîne."

Di berdewamiyê de çavkaniyê got, "madem ew xetera xwedêgiran a ewlekariyê ji nav çûye, gelo çima hikûmeta AKPê hêzên xwe yên dagirker ji Sûriyeyê nakişîne ku ew binpêkirineke eşkere ji qanûna navdewletî re ye."

Li gorî nûçeyê, çavkaniyê careke din bangî Tirkiyeyê kir ku demildest û bêmerc hêzên xwe ji nava axa Sûriyeyê bikişîne û bangî civaka navdewletî kir ku "bizavan bike da ku wê êrîşkariya Tirkiyeyê bisekinîne ya ku wêranî anî, xwîn rijand û bi hezaran ji welatiyên Efrînê aware kirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1004 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:17:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x