Sûriye xwest ku Tirkiye derhal ji Efrînê derkeve

Wezareta Derve ya Sûriyeyê operasyona destwerdana Efrînê wekî binpêkirina prensîbên Neteweyên Yekbûyî binav kir û xwest, Tirkiye derhal hêzên xwe ji nav erda Sûriyeyê vekişîne.

19.03.2018, Pts - 17:41

Sûriye xwest ku Tirkiye derhal ji Efrînê derkeve
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragihand ku operasyona dijî Efrînê ya wek 'Çiqlê Zeytûnê' bi nav kiriye û kontrolkirina bajarê Efrînê prensîbên NYyê binpê dike.

Hikûmeta Sûriyeyê hebûna hêzên artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê wekî 'nemeşrû' pênase kir û xwest, 'hêzên dagirker demûdest ji nav xaka Sûriyeyê ya dagir kirine derkevin."

Operasyona artêşa Tirkiyeyê û komên opozîsyonê yên piştevan roja 20 Çileya 2018an destpê kiribû û piştî 58 rojên şerê bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re 18ê Adarê bi vekişîna hêzên kurd re ketibûn nav bajêr.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku komên çekdar ketibûn bajarê Efrînê Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) dîmen û wêneyên talan, dizî û rûxandina bajêr ji aliyê wan çekdaran ve li medya cîhanê belav kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:22:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x