Waliyê Dêrezorê: Di çend rojande bajêr ji DAÎŞ'ê tê rizgarkirin

Waliyê Dêra Zorê Muhammed Îbrahîm Samrada zanîn ku artêşa Sûriyeyê 2-3 kîlometro dûrî bajêr e û din av çend rojan de bajêr dê ji DAIŞê bê rizgarkirin.

05.09.2017, Sal - 15:28

Waliyê Dêrezorê: Di çend rojande bajêr ji DAÎŞ'ê tê rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Samra di derbarê operasyona rizgar kirina Dêra Zorê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku di encama şerê li nêzî rafîneya xazê ya li bajêr gelek terorîst hatin kuştin û gelek bombe û çekên giran hatin îmhakirin.

Samra wiha pê de çû: "Operasyonên hesas ên balafirên Rûsya û Sûriyeyê gelek fermangehên DAIŞê hatin îmhakirin. Di çend saten beriya me de dê Artêşa Sûriyeyê operasyona kontrolkirina taxên el Cafra û el Sinaa, balafirgeha leşkerî ya Harabûşê bide destpêkirin."

Her wiha Waliyê Samra destnîşan dike ku niha sedî 50-60ê bajêr di bin kontrola DAIŞê de ye. Artêşa Sûriyeyê di rewşa amadebeşiya şer de ye. Gava em piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê bigirin berçev, çend rojên beriya me bajêr ji DAIŞê dê were rizgarkirin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x