Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser gotinên Çavuşoglu daxuyaniyek belav kir

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç derbarê helwesta Tirkiyê ya derbarê aloziyên li Sûriyê de û herwiha gotinên Mevlut Çavuşoglu ku gotibû “Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev bînin”, belav kir.

12.08.2022, Cum - 13:30

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser gotinên Çavuşoglu daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç îro Îniyê 12ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê fermî yê wezaretê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji destpêka aloziyên li Sûriyê ve û heta niha welatek ku herî zêde hewl daye krîza wî welatî li gor daxwazên rewa yên gel çareser bike, Tirkiyê ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di vê çarçovê de Tirkiyê li qadê bo parastina agirbestê û bi navbeynkariya proseya Cenevê û Astanayê di damezrandina Komîteya Destûra Bingehîn de roleke pêşeng girtiye. Di proseya siyasî de piştgirî daye opozisyonê û Şanda Hevdîtinan. Herwiha niha ji ber desthilatê ev prose pêşve naçe. Xalên ku doh wezîrê me anîbûn ziman jî amaje bi vê yekê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku dê piştgiriya bo gelê Sûriyê berdewam be û tê gotin, “Tirkiye bi hevkariya hemû aliyên pêwendîdar ên civaka navdewletî, dê bi xurtî beşdarî xebatên ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji vê aloziyê re li gorî hêviyên gelê Sûriyê be. Hevgirtina me bi gelê Sûriyê re dê bidome.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duh Pêncşembê 11ê Tebaxê li Enqere ya paytexta Tirkiyê piştî bidawîbûna Konferansa Balyozan aşkere kiribû ku bo yekemîn car ji destpêka aloziyên li Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtin kiriye.

Çavuşoglu diyar kiribû, hevdîtina wî ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Belgrad a paytexta Sirbistanê û li ser pêyan û kurt bûye.

Çavuşoglu herwiha gotibû, “Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev bînin, heger na aştiyeke mayînde çê nabe.”

Piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011an de peywendiyên her du welatan têk çûbû û heta niha jî Tirkiye alîkariya hejmareke grupên çekdarî li nav Sûriyê dike ku wek opozîsyon xwe didin naskirin û navçeyên wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Cerablus û Babê ên bakurê Sûriyê di jêr kontrola wan de ne.

Li dijî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê, li bajar û bajarokên li bakurê Sûriyê û yên Rojavayê Kurdistanê yên wek Girê Spî, Cerablus û Ezazê xwepêşandan hatin lidarxistin û gotinên Mevlut Çavuşoglu hatin protestokirin, herwiha di xwepêşandanan de alaya Tirkiyê jî hat şewitandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x