Wezîrê Îsraîlî: Di nav Suriyê de Kurd netewa duyem e!

Wezîrê Beravaniya Îsraîlê Avigdor Lieberman ragihand ku her çend Tirkiye bixwaze Kurdan li Sûriyê îzole bike jî lê ew netewa duyem in.

27.11.2017, Pts - 13:05

Wezîrê Îsraîlî: Di nav Suriyê de Kurd netewa duyem e!
Nuçe Belav bike

Wezîrê Beravaniya Îsraîlê Avigdor Lieberman di derbarê hevdîtinên her sê welatan (Tirkiye, Îran û Rûsya) de dibêje; \"Hevdîtina serokê Rûsya ,Îranê û Tirkiyê ya ku li bajarê Soçî pêkhatî li gorî ku nûçêyên li ser hevdîtina wan tên belavkirin,mirov dikare bejê ew civîn serkeftî nebû.\"

Di daxuyaniya xwe de Avigdor Lieberman ragihand di civînê de Tirkiyê dixwast bi temamî Kurdan îzole bike her ku çendî Kurd li Sûriyê netewa duyem in li gorî hejmarê.

Her wiha Avigdor Lieberman got jî, Îranê dixwast , di kêleka Rûsyayê de li Sûriyê peravên deryayê baregeh û balfirxaneyên xwe yên leşkerî ava bike lê ew jî serneket û herwuha Sûriyê jî piştgiriya hizra Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn a bo guhrîna destûra Sûriyê û lidaxistina hilbijartinên hilbijartinan ku tê plankirin di navbera 2020 -2021 an de birve biçe.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Avigdor Lieberman anî ziman divê hemû pêkhatiyên Sûriyê beşdarî pêvajoya siyasî bikin, ji sla 1970 an ve elewî li Sûriyê li ser deshilatê ,lê ligorî hejmarê ,ew li Sûriyê pêkhatiyê sêyemin in.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x