YPG: Me ji bo Kongreyê vexwendname wernegirtîye

Yek ji nûnerên YPGê ragihand ku dixwazin di Kongreya Gelên Sûrîyeyê ya li Soçîya Rûsyayê tê lidarxistin de beşdarîyê bikin, lê heta niha vexwendname wernegirtine.

24.11.2017, Cum - 10:30

YPG: Me ji bo Kongreyê vexwendname wernegirtîye
Nuçe Belav bike

Nûnereke YPG'ê derbarê beşdarîya Kongreya Gelên Sûrîyeyê de bi rîya telefonê ji ajansa Înterfaksê re ragihand ku heta niha vexwendname wernegirtine û wisa got: "Em dikarin beşdarîyê di hemû kongreyan de bikin ên ku bikaribin şer rawestînin. Em dihesibînin ku problema Sûrîyeyê divê ji alîyê Sûrîyeyîyan bi xwe ve bête çareserkirin. Lîstikvanên bîyanî jî gereke ji bo çareserîyê roleke berhemdar bilîzin û wek ku Tirkiye dike welatê me dagir nekin.

Her wiha ew Nûnerê YPG'yî dibêje ku; "Em dixwazin di Kongreya Gelên Sûrîyeyê ya ku tê plankirin li bajarê Soçî ya Rûsyayê bête lidarxistin de beşdarîyê bikin, lê heta niha me vexwendname wernegirtiye".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1113 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x