Di navbera YPG û artêşa Tirkiyê de şer derket

Şer û pevçûn di navbera Şervanên YPG û YPJ`ê û artêşa Tirkiyê li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê derket. YPGê jî otomnîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê jinav bir.

13.12.2017, Çar - 13:07

Di navbera YPG û artêşa Tirkiyê de şer derket
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansên nêzîkî YPGê, artêşa Tirkiyê xwestiye ku parçeyek ji axa gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê dagîrker bike, da ku avakirina dîwar di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de temam bike.

Şervanên YPG û YPJ`ê jî destûr nedan û otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê dema dixwast derbas bibe, rûxandin.

Piştî ku otombîla leşkerî hatiye rûxandin, pevçûnek ku nêzî saetekê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirkiyê de derket.

Li gorî agahiyan, ti ziyan neghîştiye şervanên YPG û YPJ`ê. Li herêmê alozî didome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x