Fermandarê amerîkî: Piştgiriya me bo hêzên HSDê dewam dike

Berdevkê çapemenî yê hêzên koalîsyona dijî rêxistina terorîst ê DAIŞê albay Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku polîtîkaya me neguheriye û piştgiriya me bo HSDê dewam dike.

18.04.2018, Çar - 05:57

Fermandarê amerîkî: Piştgiriya me bo hêzên HSDê dewam dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê çapemenî yê hêzên koalîsyona dijî rêxistina terorîst ê DAIŞê albay Ryan Dillon bi rêya telekonferansê beşdarî civîna çapemenî ya li Wezareta Parastin a Amerîkayê bû û bersiva rojnamevanan da. Di destpêka civîna çapemeniyê berpirsekî din ê Pentagonê ragihand ku di polîtakaya li hemberî herêmê de tu guherandin tunene.

Berpirsê amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek hûn dizanin di mÎyona me de tu guherandin tuneye. Em wek koalîsyonê li pişta hedefa xwe ya têkbirina DAIŞê ne. Bi vê hedefe em li Iraq û Sûriyeyê ne û piştgiriya ewlehî û şêwirmendî didin wan."

Ryan Dillon jî di axaftina xwe de got. "Li herêmê di serî de li Iraq û Sûriyeyê perwerdeya hêzên ewlehî didomînin û hê jî bi awayekî cidî DAIŞ li sînorê Iraq û Sûriyeyê heye. Hêzên ku têne perwerdekirin li cihê ku ji DAIŞê têne standin tên bicihkirin. Pêwistiya me bi hêzeke zêdetir heye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:31:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x