Nûrî Çelîk: Milletê bê xwedî, welatê bê sermiyan

Li her çar parçeyên Kurdistanê rewşa me heman rewş e. Li derveyî Kurdistanê, li seranserê cîhanê rewşa me heman rewş e. Ne dezgehek me ya yekgirtî heye, ne berdevkekî me heye, ne temsîlîyeta me heye û ne jî nasnameyek fermî ku xelkên biyanî karibin me pê binasin û alîkarîya me bikin heye. Ango, em li seranserê cîhanê bê şivan in, bê sermiyan in, bê rêber û bê serwer in. Em bûne wek pezê serberdayî...

12.09.2024, Per - 17:07

Nûrî Çelîk: Milletê bê xwedî, welatê bê sermiyan
Nuçe Belav bike

Dibêjin mala bê sermiyan wek pezê bê şivan e. Şivan û sermiyan tunebe herkes li gor serê xwe, li gor zanîn û nezanîna xwe bi virde û wêde dibeze û dibe sebebê serserîtî, kaos û anarşîzmê. Ji ber sermiyanê me tuneye, em Kurd wek millet di vê rewşê de ne. Sermiyantî jî helbet bi hebûna dewletê ve, bi hebûna zagon û makzagonên dewletê ve girêdayî ye. Ji ber em bê dewlet in, sermiyanekî me tuneye, zagon û makzagonên me tunene, herkes bi serê xwe sermiyanek e, herkes zagon û makzagona xwe li gor xwe û berjewendîya xwe çêdike û bi rê ve dibe. Ango, em bê serûber in, bê rêber û bê serwer in, bê xwedî û bê star in.

Li her çar parçeyên Kurdistanê rewşa me heman rewş e. Li derveyî Kurdistanê, li seranserê cîhanê rewşa me heman rewş e. Ne dezgehek me ya yekgirtî heye, ne berdevkekî me heye, ne temsîlîyeta me heye û ne jî nasnameyek fermî ku xelkên biyanî karibin me pê binasin û alîkarîya me bikin heye. Ango, em li seranserê cîhanê bê şivan in, bê sermiyan in, bê rêber û bê serwer in. Em bûne wek pezê serberdayî. Ji ber vê jî, jiyana endam û ferdên civaka Kurd her kêlî, her kat û wextê di xeterê de ye û tu misogerî jê re tuneye. Çi li welatê xwe û çi li derveyî welatê xwe, her demê dikare bê derdest kirin û radestî neyarê xwe bê kirin.

Heta îro li derveyî welêt, bi taybet li Ewropayê, bi dehan Kurdên siyasî û çalak radestî Tirkîyê hatine kirin. Hatine revandin, hatine kujtin û hatine bêdengkirin. Bi dehan Kurdên siyasî ji alî dewleta Îranê ve hatine kujtin û revandin. Bêdewletî, bêxwedîtî, bêsermiyanî encama vê malkambaxîyê ye. Hûn dev ji Ewropa û parçeyên ne azad berdin, li beşê azad jî, ango li Başûrê Kurdistanê jî êdî Kurdên siyasî yên parçeyên din, pêşmergeyên ku şerê dewletên dagîrker dikin û canê xwe dikin qurban, ne misoger in. Bi taybet endam û pêşmergeyên PDK Îran êdî li beşekî azad ê welatê xwe jî nikarin bisitirin, yan tên radestkirin, yan tên kujtin. Başûra ku ji bo Kurdên beşên din bûbû stargeh ( me wilo dizanîbû) û wargeha ewlekarîya jîyana wan, êdî bûye cîhê tirs û xofa radestkirin û mirinê. Bi taybet YNK û Talabanî ji bo şelafîyê ji Tehranê re bikin û piştgirîya Îranê bigirin, bê şerm û fedî endam û pêşmergeyên PDK Îran radestî hêzên Îranê dike û berê wan dide mirinê.

Pêşmergeyê Rojhilat Mistefa Selîmî 17 salan di zindanên rejîma Îranê de ma. Berî çar salan (2020) ji zindanê revîya û xwe li parçeyê azad (Başûrê Kurdistanê) girt. Ji ber Başûr ji bo Kurdan wek stargeh û ewle dihat dîtin, Mistefa Selîmî jî xwe avêt tor û bextê vê stargehê. Lê Selîmî nizanîbû ku stargeha me bûye navenda radestkirina Kurdan û stargeha bêbextîyê. Di 2ê Nîsanê de Mistefa Selîmî derbasî Başûr bû û piştî demekê YNK ew radestî îstîxbarata Îranê (Îtlaat) kir û hat şeniqandin (darvekirin). Niha jî bêbextî û neyartîya li dijî Kurdên beşên din, bi taybet Kurdên Rojhilat, berdewam e û bi radestkirina endamê PDKÎ siyasetmedar Behzad Xusrewî ev bêbextî û xiyaneta li dijî Kurdan xwe dubare dike. Behzad Xusrewî penaberekî fermî û siyasîbû. Ne penaberekî qaçax û veşartî bû. Radestkirina penaberekî fermî bi serê xwe sosret û rûreşîyek mezin e. Tew ku ew penaber bi destê Kurdan bê radestkirin, rûreşîya rûreşîyê ye.

Rejîma Îranê ji bo ku Kurdên Rojhilat, bi taybet endam û pêşmergeyên PDKÎ ji Herêma Kurdistanê derxe, wan radest bigire yan bikuje, her tiştî dike. Herî dawî

Rayedarê Îranê Kazem Garîbabadî daxuyanîyek da ajansa mehr a nîvfermî ya Îranê û diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Îranê ji bo 118 siyasetmedarên Kurd, ku di nav wan de endamên PAK, Komale, PJAK û KDP-Î jî hene, dosyayek radestî desthilatdarên Iraqê kiriye.

Abadî herwiha eşkere kir ku di çarçoveya "Komîteya Hevbeş a Dadwerî ya Têkoşîna li dijî Terorê" ya di navbera Îran û Iraqê de, li dijî siyasetmedarên Kurd "kiryarek yasayî" hatiye destpêkirin. Abadî her wiha da zanîn ku daxwaza radestkirina siyasetmedarên Kurd ên Rojhilat li gor "lihevkirina di navbera Komara Îslamî û Iraqê de hatiye kirin.

Li vir dixuye ku rejîma Îranê ji bo tunekirina siyasetmedan, endam û pêşmergeyên partîyên Kurdên Îranê hemû hewldanan dide û wê bide jî. Lê yak u me dêşîne helwest û bêbextîya YNK û bêdengî û bêhelwestîya PDK ye.

PDK bi bêdengî û bêhelwestîya xwe rasterast yan ne rasterast dibe şirîkê sûc û gunehên YNK û rejîma Îranê. Bêdengîya li hember radestkirina pêşmerge û Kurdên siyasî Kurdan dêşîne, bi taybet dostên PDK zêdetir dêşîne. PDK bi vê bêdengî û bêhelwestîya xwe xwe di çavên Kurdên din de piçûk dixe, bêqîmet dike û bahwerîya bi PDK dişikîne. Ne tenê bêdengî û bêhelwestîya li hember radestkirina Kurdên Rojhilat û Îranê, bêdengîya li hember êrîş û bombekirinên Tirkîyê jî bi heman şêweyî dil û hasten Kurdan brîndar dike. Xaka Başûr tê dagîrkirin deng tune, gundên Başûr tên bombebarankirin, deng tune, Kampa Penaberên Mexmûrê tê bombebarankirin, deng tune. Û gelek sedemên din. Yanî, PDK bi vê helwesta xwe, bi vê bêdengî û xemsarîya xwe li her çar parçeyên Kurdistanê gelek tişt û çeper winda kirin, gelek Kurd ji xwe sar û dûr kirin. Divê PDK bizanibe ku Kurdistan ne tenê Duhok, Zaxo û Hewlêr e. Siyaseta ku di nav sînorên van her sê bajaran de teng û fetisî ye, tu fêdeyê nade PDK û dostên PDK. Dawîya siyaseta ku xwedî li Kurdên her çar parçeyî dernekeve lawazî û têkçûn e.

Werhasilî kelam, em milletekî bê xwedî û welatekî bê sermiyan in. Sermiyanên heyî jî mixabin ne di wê astê de ne ku karibin sermiyanîyê ji her çar beşên Kurdistanê re bikin.

Wek dibêjin, mîh bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe. Comerdî û mêrxasî ew e ku meriv ne di rojên fireh de, di rojên teng de karibe xwedî li hev derkeve û hûn sax….. 

Nûrî Çelîk

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. NerînaAzad tenê nivîsê diweşîne.)

 

 

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x