Çar pisporan li ser erdheja Colemêrgê hişyarî da

Çar pisporên erdhejê ragihandin ku ew derbarê egera erdhejeke 7 pileya rîxterê û zêdetir ya li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hevnêrîn in û

06.01.2024, Cts - 07:39

Çar pisporan li ser erdheja Colemêrgê hişyarî da
Nuçe Belav bike

Pisporan hişyarî da ku divê li wê parêzgehê di warê avahîsaziyê de ji bo erdhejê amedakarî bên kirin.

Di demekê de ku erdhejên 6ê Sibatê yên li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê sala yekem li pey xwe dihêle, zengilê metirsiyê vê carê ji bo parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê lê dide.

Çar pisporên erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan, Prof. Dr. Nacî Gorur, Prof. Dr. Okan Tuysuz û Prof. Dr. Dogan Perînçek ku pêştir li ser çend erdhejan nerînên wan cûda bûn, cara yekem ragihandin ku ew derbarê egera erdhejeke 7 pileya rîxterê û zêdetir a li Colemêrgê hevnêrîn in.

Wan pisporan ji bo wê erdhejê bangî aliyên pêwendîdar kir ku li Colemêrgê di warê avahîsaziyê de amadekariyên pêwîst bikin.

Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan roja doh derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Di serî de ez, 4 zanyarên erdê cara yekem li ser erdhejeke zêdeyî 7 pileya rîxterê ya li Colemêrgê li hev kirin.

Zanyarê Fîzîka erdê Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan û zanyarên erdê Prof. Dr. Nacî Gorur, Prof. Dr. Okan Tuysuz û Prof. Dr. Dogan Perînçek. Divê karê serekî bo Colemêrg nûjenkirina bajêr be."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan û 1ê Paşîna 2024an 3 erdhejên bi hêzên 4.4, 3.5 û 4.5 pile çê bûbûn û di wan erdhejan de derdora 30 xaniyan zerer dîtibûn. Piştî wê erdhejê pispor berdewam ji bo Colemêrgê hişyariya erdhejeke 7 pile û zêdetir didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x