Dadgeha Tirkiyê derbarê Ala Kurdistanê de biryareke nû da

Dadgeheke Tirkiyê di derbarê Ala Kurdistanê de biryareke nimûneyî da û ragihand ku Ala Kurdistanê nakeve çarçoveya propaganda PKKê.

21.07.2020, Sal - 14:39

Dadgeha Tirkiyê derbarê Ala Kurdistanê de biryareke nû da
Nuçe Belav bike

Dadgeheke Tirkiyê di derbarê Ala Kurdistanê de biryareke nimûneyî da û ragihand ku Ala Kurdistanê nakeve çarçoveya propaganda PKKê.

Di sala 2018an de li dijî arkeolog-şûnwarnas Ahmet Kinay bi tohmeta propaganda PKKê 3 doz hatin vekirin. Çend belge pêşkêşî Dadgeha Cezayên Giran a Duyemîn a Wanê hate kirin.

Belge behsa wê yekê dikin ku Ahmet Kinay sala 2015an di çalakiyekê de li bajarê Wanê bi Ala Kurdistanê wêne girtine û ew wêne li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirine û Ahmet Kinay bi propaganda ji bo PKKê hate tohmetbarkirin.

Lê Dadgeha Cezayên Giran a Duyemîn a Wanê biryar da ku Destûra Bingehîn a Iraqê ya ku sala 2005an bi referandûmê hatiye qebûlkirin, Ala Kurdistanê weke alaya Herêma Kurdistanê ya Federe nas dike û ji aliyê hiqûqa navdewletî ve jî tê naskirin, lewma Ala Kurdistanê ji alên PKK û KCKê cûda ye û nayê wateya propaganda PKKê.

Ahmet Kinay ji Rûdawê re diyar kir ku wan ji dadgehê re gotine ku Ala Kurdistanê ew ala partiyekî siyasî yan jî aliyekî leşkerî ye û ew al gelek caran li dezgehên fermî yên hikûmeta Tirkiyê hatiye bikaranîn.

Kinay herwiha anî ziman ku ev biryara Dadgeha Wanê dikare bibe birayareke nimûneyî ji bo kesên ku bi hinceta Ala Kurdistanê doz li dijî wan hatibin vekirin.

Parêzerê Ahmet Kinay, Osman Taşdemîr jî beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ku di wê biryara dadgehê de cudahî di navbera Herêma Kurdistan û PKKê de hate destnîşankirin û di biryarê de tê gotin ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê rêveberiyeke rewa ye û statûya wê bi fermî jî hate qebûlkirin.

Osman Taşdemîr da zanîn ku bi wê sedemê derbarê gelek kesan de doz hatine vekirin û herwiha gelek kes hatine zindanîkirin, lê ev biryar dê êdî bibe minak ji bo wan kesan.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 641 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:07:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x