Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî: Di roja cejna Qurbanê de egera lehiyê heye

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku di Cejna Qurbanê de li piraniya bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê baran bibare û li çend deveran jî egera lehiyê heye.

26.06.2023, Pts - 08:16

Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî: Di roja cejna Qurbanê de egera lehiyê heye
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro 26ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku di Cejna Qurbanê de li piraniya herêmên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baran dibare û bi taybetî bo 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniya saziya navborî sibê û roja Çarşemê di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de li parêzgehên Erzîngan, Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur dibare û egera lehiyê heye.

Tê texmînkirin ku li parêzgehên Çanakkale, Kutahya, Bilecik, Sakarya, Kirklareli yên Tirkiyê jî baraneke zêde bibare.

Herwiha li Behra Reş pileya germê dê 2 heta 4 pileyan dakeve lê li herêmên din guhertinek berçav çênabe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x