Berpirsên Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi belavkirina belavokan li navendên giştpirsiyê piştgiriya referanduma Kurdistanê dikin.
Komeleya Ehemdî Xanî ya li Rihaya Bakurê Kurdistanê xebatên kultur û çandî dike bo piştgiriya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê jî dest bi xebatan kir. Serokê Komeleya Ehmedê Xanî Mihemed Emîn Demîr derbarê xebatên xwe de ji BasNewsê re got, “Em ê 10 hezar belavokan li 10 navendên bajarê Başûrê Kurdistanê belav bikin da ku xewna Ehmedê Xanî bi cih were.”
Herwiha di belavokên Komeleya Ehmedê Xanî de wiha hatiye nivîsîn; “Doza serxwebûnê doza me hemû kurdan e. Ne doza kes, rêxistin û partiyan e. Pêwîst e her kurd li doza serbixweyiyê xwedî derkevin. Di 25ê Îlonê de ne tenê qedera Başûr dê qedera hemû kurdan were encamdan. Ji bo Mahabad, Helebçe, Roboskî, Kobanî, Şingal, dubare nebe bijî serbixweyî.” Belavok 2 alî hatine amedekirin aliyek bi kurdiya latînî û aliyê din jî bi kurdiya soranî ü bi tîpên erebî hatiye amadekirin.
Herwiha Mihemed Emîn Demîr anî zimên ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê tesîreke erênî li ser jiyana 4 parçeyên Kurdistanê bike û pêwîst e kurdên 4 parçeyên Kurdistanê li vê pêvajoyê xwedî derkevin.
Hate zanîn ku Çalakiya Komeleya Ehmedê Xanî ya ku 18ê mehê ji Zaxo dest pê kir dê 24ê mehê li Helepçeyê bi dawî bibe. Rayedarên komeleyê çalakiya xwe dê li bajarê Zaxo, Duhok, Şêxan, Akre, Soran, Hewlêr, Kerkûk, Çemçemal, Silêmaniye û Helebçeyê bidomînin.