Leşkerekî Tirkiyê li Sêrtê hate kuştin
Li dordora gundekî Sêrtê di encama êrîşeke PKKê de, leşkerekî Tirkiyê hate kuştin.
Li bajarokê Berwariyê yê Sêrtê li derdora gundê Hûsyanê di navbera gerîlayên PKKê û arteşa Tirkiyê de şer derket û di encamê de leşkerek canê xwe ji dest daye.
Duhî li nêzikê gundê Hûsyanê di dema derbasbûna otomobîleka leşkerî de teqînek rû dabû û leşkerek birîndar bûbû. Piştî teqînê operasyon li dijî gerîlayên PKKê hatibû destpêkirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:42:01