Bi boneya 17ê Kanûnê Roja Alaya Kurdistanê li gelek bajarên ku Kurd lê dijîn û bi taybet li Herêma Kurdistanê şahî û çalakî tên lidarxistin.
Ciwanên Netewî yên Kurdistanê îro li Qada Şêx Seîd a Amedê bi boneya Roja Ala Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.
Endamên CNKê Ala Kurdistanê bi balonan daliqandin û li ser Amedê firandin. Her wiha Ala Kurdistanê li gelek avahiyan hat daliqandin.
Piştî çalakiyê polîsan Berdevka CNKê Jiyan Timurtaş û Endamê CNKê Şêrzan Kiliçaslan li Xana Hasan Paşa ya Navçeya Sûrê ya Amedê desteser kirin.
Hat zanîn ku sedema desteserkirina Timurtaş û Kiliçaslan çalakiya îro li Amedê ya ji bo 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê bûye.