Li navçeya Gêxiyê ya Çewligê bi hêza 4,2 pile erdhejek çêbû.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro demjimêr 11.19an li navçeya Gêxî ya Çewligê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbûye.
Erdhej di kûrahiya 8,47 kîlometreyan de çêbûye.
Herwiha her îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî demjimêr 10.40î bi hêza 3,6 pileyan erdhejek çêbû.