Li Cizîrê 2 kes hatin desteserkirin

Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser çend cihan de girtin û 2 welatî destser kirin.

07.06.2023, Çar - 13:35

Li Cizîrê 2 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an di demjimêrên sibehê de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtine û 2 welatiyên bi navên A.R. û M.R. destser kirine.

Sedema destserkirina wan nayê zanîn, lê belê herdû kesên destserkirî bo Fermandariya Cendermeyan a Cizîrê hatine birin.

Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê car bi car li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi ser malên welatiyan de digirin û hejmareke zêde ya welatiyan bi hinceta “peywendiya ligel rêxistinê” destser dikin ku piraniya wan endam û rêveberên HDPê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:00:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x