Li Cizîrê êrîşa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li Cizîrê di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

06.09.2022, Sal - 07:52

Li Cizîrê êrîşa çekdarî: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, bûyer li taxa Alîbey a navçeya Cizîrê qewimî, ku êrîşkar gulle li grûpekê reşandine.

Di êrîşê de welatiyê bi navm Rêber Bîlîç ê 28 salî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, kesê êrîşkar zavayê Rêber Bîlîç e û bûyer ji ber kêşeyeke malbatî ye.

Termê kuştî bo morga Tiba Dadî hat kirin û birîndar jî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku êrîşkar xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:15:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x