Li Riha û Şirnexê hemû çalakî hatin qedexekirin

Li parêzgehên Riha û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê hemû xwenîşandan, meş, civîn û mîtîng 10 rojan hatin qedexekirin.

05.11.2024, Sal - 10:23

Li Riha û Şirnexê hemû çalakî hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Piştî tayînkirina qeyûman li bajarên Bakurê Kurdistanê yek bi yek qedexeyên çalakiyan tên ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser danîna qeyûmên her sê şaredariyan û ragihand ku li hemû parêzgehê hemû xwenîşandan 10 rojan qedexe ne.

Parêzgariyê îdia kir ku biryar ji ber “dabînkirina aramî û ewlehiya raya giştî, rêlibergirtina tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye dayîn.

Li gorî biryarê daxuyaniyên medyayê, xwenîşandan, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyayên îmzeyan, vekirina standan, merasîmên biaxspartinê, bîranîn, şahî, konser û hemû çalakiyên bi vî awayî ji 5ê Çiriya Paşîn heta 14ê Çiriya Paşîn demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.

Li aliyê din, parêzgariya Rihayê jî Piştî biryara danîna qeyûman her cure çalakiyên wekî xwenîşandan, meş, civîn û mîtîngan 10 rojan qedexe kirin.

Li gorî biryara parêzgariyê , tenê çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî destûrê bidin dikarin bên kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:59:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x