Li Sêrtê zarokekî 14 salî bi kêrê hat kuştin

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi kêran de zarokêkî 14 salî hat kuştin.

26.10.2022, Çar - 14:03

Li Sêrtê zarokekî 14 salî bi kêrê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan li Taxa Nû ya parêzgeha Sêrtê li pêş dibistaneke seretayî di navbera dû zarokên 14 salî yên bi navên C.S û M.K ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê bi hev ketin û di pevçûnê de kêr hatin bikaranîn. Di bûyerê kêrek li singe zarokê bi nave M.K ket û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahadarkirinê tîmên tendirusîtî çûn cihê bûyerê û zarokê birîndar rakirin nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Sêrtê, lê tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin piştî bûyerê zarokê bi navê C. S ji aliyê polîsan ve hat destserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x