Bûyerê şevê din li taxa Koçhîsarê ya navçeya Qoserê rû da.
Li gorî agahiyan, di navbera hevjînên bi navên O.D. (42) û S.D. (36) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî demekê jî O.D. û S.D. pev çûn.
O.D. gule li hevjîna xwe barandin û ew bi giranî birîndar.
Piştre jî hewl da bi heman çekê dawiyê li jiyana xwe bîne û bixwe jî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du hevjîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Jina 36 salî ku dayika 4 zarokan bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku rewşa tendirustiyê ya hevjînê wê jî ne baş e û li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.