Bi minasebeta 107emîn salvegera darve kirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, Teşkîlata Amedê ya PAKê roja 14.12.2021ê semînerek li dar xist.
Axaftvanê semînerê lêkolîner û nivîskarê Kurd Tahsîn Sever bû.
Moderatorê semînerê Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran bû.
Di destpêka civînê de ji bo Şêx Ebdulselam Barzanî û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate
girtin.
Paşê li ser navê PAKê, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran girîngî û rola rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî ya neteweyî, civakî, olî, eşîrî û însanî de kurte axaftinek kir.
Piştî axaftina Hanîfî Tûran, lêkolîner û nivîskarê Kurd Tahsîn Sever di derbarê jîyan, xebat, bîr û bawerîyên rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî de agahdarîyên berfireh da.
Piştî axaftina Tahsin Sever, ji nav beşdarên semînerê rewşenbîrên kurd Îbrahîm Guçlu û Mamoste Xalid jî di heqê kesayet û welatperwerîya Şêx Ebdulselam Barzanî de bîr û rayên xwe anîn ziman.
Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û endam û alîgirên PAKê beşdarî semînerê bûn.
Telewîzyon û ragehandina kurdî jî eleqeyeke baş nîşanî semînerê da.
14.12.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Axaftina Berdevkê PAKê Hanîfî Turan a ku di semînera bi minasebeta 107emîn salvegera darve kirina rêberê Kurd Şêx Ebdulselam Barzanî, li Teşkîlata Amedê ya PAKê roja 14.12.2021ê hate li dar xistin.
..............
Nûnerên dezgehên ragehandinê yên birêz, sîyesetmedar û rewşenbîrên hêja
Hûn bi xêr hatine vê semîner û bibîranîna Şêx Ebdulselam Barzanî yê serok û rêberê hêja yê gelê Kurdistanê.
Şêx Ebdulselam Barzanî 107 sal berê, di roja 14yê Çileya Pêşîn a 1914an de li Mûsilê ji alîyê Dewleta Osmanî ve hate darve kirin. Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin, Suleyman Nazîf ê Dîyarbekirî Walîyê Mûsilê bû.
Em îro weke Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta bibîranîna rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî vê semînerê li dar dixin.
Di derbarê jîyan û xebat û reform û bîr û bawerîyên Şêx Ebdulselam Barzanî de lêkolîner û nivîskarê Kurd ê hêja kek Tahsîn Sever dê agahdarîyên berfireh bide me.
Şêx Ebdulselam Barzanî, kurê Şêx Mehmûd e û birayê mezin ê Şêx Ehmed, Mûhamed Sıddıq Babo û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.
Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1868an de li Barzan jidayik bûye.
Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha Serfermandarê Pêşmerge bû.
Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû.
Şêx Ebdulselam Barzanî, reformxwaz bû.
Şêx Ebdulselam Barzanî, bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye.
Şêx Ebdulselam Barzanî , rêberekî netewî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir. Dewleta Osmanî ev daxwaz qebûl nekirin û bi vê jî nema, êrîşî gelê Kurdistanê kir. Gelê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand, berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.
Di encama êrîşên Dewleta Osmanî û berxwedana gelê Kurdistanê de, Dewleta Osmanî di roja 14yê Çileya Pêşîn a 1914an de li Mûsilê li ber çavên Mele Mistefa Barzanîyê nemirê ku wê gavê 11 salî bû û li ber çavên gelê Kurd, rêberê netewî, niştimanî, olî û civakî Şêx Ebdulselam Barzanî darve kir.
Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand. Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kir neket erdê, têkoşîna gelê me ranewestîya.
Têkoşîna gelê me bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed, bi îlan kirina Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind. Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da.
Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê li ba dibe.
Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.
Em di 107emîn salvegera darve kirina wî de rêber û serokê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bibîr tînin.
14.12.2021
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)