Parêzgariya Êlihê li ser vîdeoya ku tê de heqaret li Kurdan tê kirin daxuyanî da

Parêzgariya Êlihê ragihand ku derbarê wan kesên ku di vîdeoyekê de heqaret li Kurdan û xelkê Êlihê dikirin de bi tohmeta “xelkê teşwîqî kîn û dijminatiyê dike” lêpirsîn hatiye destpêkirin.

29.01.2025, Çar - 10:48

Parêzgariya Êlihê li ser vîdeoya ku tê de heqaret li Kurdan tê kirin daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Hinek kes dema bi wesayîtê li Cadeya Turgut Ozalê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê digeriyan vîdeoyek tomar kir û tê de heqaret li Kurdan û xelkê bajêr kirin.

Piştre jî ew video li ser medyaya civakî belav kir.

Ew kes di vîdeoyê de xelkê Êlihê nîşan didin û behsa rewşa Kurdan dikin.

Her wiha dibêjin “Qaşo li Kurdan zilm û zordarî û dijminatî tê kirin û Kurd tên kuştin. Ka binêrin kesek tê kuştin?”

Ew kesên video tomar kiriye di dawiya vîdeoyê de  jî çêrî Kurdan û xelkê bajêr dikin.

Belavbûna vîdeoyê ya li ser medyaya civakî karvedan li peyxwe anîn.

Piştî ku video ji aliyê malpera xwecihî ya nûçeyan a Êlihê "Batman Burada" ve hat belavkirin, Parêzgariya Êlihê ragihand ku wan  derbarê kesên ku video tomar kirine de bi hinceta tohmeta “xelkê teşwîqî kîn û dijminatiyê dike” lêpirsîn daye destpêkirin.

Daxuyaniya Parêzgariya Êlihê

Parêzgariya Êlihê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di encama xebata rêvebiriya me ya ewlehiyê ya derbarê ew vîdeoya ku 28ê Kanûna Paşîn a 2025an li ser hesabeke medyaya civakî nûçeyan hatiye belav kirin û tê de hinek kes di wesayîtê de li ser cadeya Turgut Ozalê heqaretê li xelkê dikin, hat destnîşankirin ku video 23yê Kanûna Paşîn a 2025an li ser medyaya civakî hatiye belavkirin.

Şexsê ku video parvekiriye û kesê din ê di wesayîtê de pê re bû hatine destnîşankirin û derbarê wan de bi tohmeta `handana xelkê bo kîn û dijmindariyê` karûbarên pêwîst hatine destpêkirin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 129 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:48:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x