PKKyê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 2 gerilayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.

14.10.2023, Cts - 18:25

PKKyê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir
Nuçe Belav bike

HPGyê ragihand ku her du gerîlayan li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê Bîlal Şahîn bi nasnavê “Îbrahîm Tolhildan” û Ramazan Temelê bi nasnavê “Nûrhak Dêrik Munzûr” 10 Çiriya Pêşîn canê xwe ji dest daye.

Herwiha HPGyê ragihand ku Bîlal Şahîn ji Êlihê ye û Ramazan Temel jî Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

HPG di heman demê de da zanîn ku her du gerîlayan li herêma Omeryan a Mêrdînê canê xwe ji dest daye.

Bîlal Şahîn sala 2013an û Ramazan Temel jî sala 2015an tevlî refên PKKyê bûye.

Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî ragihandibû ku di "operasyona" artêşa wî welatî ya li Mêrdînê de 2 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 510 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:59:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x