Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê Ji Bo Piştgirîyê Seredana PAKê Kir

Heyeteke li ser navê Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê roja înîyê, 23.12.2022yê, ji bo piştgirîya PAKê , seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

23.12.2022, Cum - 14:34

Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê Ji Bo Piştgirîyê Seredana PAKê Kir
Nuçe Belav bike

Ji ber ku PAKê Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2022yê li Teşkîlata xwe ya Amedê Alaya Kurdistanê hilda bû, polîsên Emnîyeta Amedê li ser daxwaza Serdozgerê Cûmhûrîyetê yê Amedê û bi biryara dadgehê roja 19.12.2002yê avêtibûn ser avahîya PAKê. Di vê êrîşê da polîsan dest danîbûn ser kompîtirên PAKê , hemû Alayên Kurdistanê, hinek pirtûk û kovaran.

Heyeteke li ser navê Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê roja înîyê, 23.12.2022yê, ji bo piştgirîya PAKê , seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê ji gelek sendîka û dezgehên sivîl ên Amedê pêk hatîye. Heyeta Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê, ya ku seredana PAKê kirin, ji Hevserokê Beşa Amedê ya Odeya Mihendîsên Zîraetê A.Samed Ûçman, ji Komeleya Ekolojîyê Mûrat Bîlgîç, ji Koordînasyona Bajêr a Odeya Mihendîs û Mîmaran Sorgul Aytek, Hevserokê Beşê Amedê ya SESê Şîyar Guldîken, Hevserokê Beşê Amedê yê Egîtîmsen a KESKê Zulkuf Guneş pêk hatibû.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmûr û Vahît Aba, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Husnu Onûk, Mehemt Dortyama, Mehmet Alî Yilmaz, Abdûllah Polat pêşewazîya heyeta Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê kirin.

Heyeta Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê , di vê seredanê da got ‘’Em vê êrîşa ku li PAKê hatîye kirin protesto dikin û em li gel we ne, em pişgirîya we dikin.’’.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba jî , li ser navê PAKîyan, ji ber vê seredanê û ji ber vê piştgirîya wan a dostane û germ spasîya heyeta Platforma Ked û Demokrasîyê Ya Amedê kir.

Herdu heyetan jî girîngîya berdewamîya peywendîyên herdu alîyan anîn zimên.

Hevdîtina herdu heyetan di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:23:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x