Posterê Topal Osman li Amedê bû sedema nerazîbûnan

Topal Osman li Bakurê Kurdistanê bi Komkujiya Sêwazê tê naskirin ku sala 1921ê li bajarokê Koçgîrî hat kirin

23.05.2022, Pts - 11:08

Posterê Topal Osman li Amedê bû sedema nerazîbûnan
Nuçe Belav bike

Bi îmzeya Parêzgeha Giresunê ya Tirkiyê danîna posterê Topal Osman, ew efserê Osmanî ku destê wî di kuştin û komkujiyên Kurd, Ermenî û Romên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hebû li ser otobûsekê û gerandina otobûsê di nav bajarokê Licê yê Ameda Bakurê Kurdistanê re bû sedema gelek nerazîbûnan.

Bûyer di dema Festîvala Off Roadê de qewimî ku roja 21ê Gulana 2022ê li ser pêşniyara Cîgirê Parêzgarê Amedê Murat Ozturk ku xelkê Giresunê ye, bi hevahengiya ligel Parêzgeha Giresunê li bajarokê Licê yê Amedê hat sazkirin.

Posterê Topal Osman ku îmzeya Parêzgeha Giresunê li ser bû, li ser hatibû nivîsîn “Giresun Bes e Bo We”. Poster bi beşê paş ê otobûsê ve hatibû daleqandin û otobûs di nav cadeyên bajarokê Licê re geriya. Di poster de Topal Osman bi cil û bergên leşkerî ye û tiving di destê wî de ye.

Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Kurdî Twittek belav kiriye û nivîsiye: “Li Amedê bi destê qeyûman peyama kolonyalîst û nijadperest ji gelê me re tê dayîn. Gelê Kurd we nas dike, hûn jî gel baş nas bikin. Gelê Kurd li ber polîtîkayên we çong nedanîn û wê danayne. Hûn ê têk biçin!.”

Topal Osman li Bakurê Kurdistanê bi Komkujiya Sêwazê tê naskirin ku sala 1921ê li bajarokê Koçgîrî hat kirin. Peykerê Topal Osman ji aliyê General Welî Kuçuk ve hatiye çêkirin ku bi kuştinên kiryar nediyar tê naskirin û pêkerê wî li bajarokê Derelî yê Giresunê hatiye danîn.

Haci Topal Osman Axa sala 1883an li Giresuna Tirkiyê ji dayîk bûye û 2ê Nîsana 1923an li Enqerê miriye. Efserê berê yê Osmaniyan bûye û di şerê rizgarkirina Tirkiyê de serdema Mistefa Kemal Ataturk serokê Kuvaiye Millî ya Tirkiyê bûye. Di dema şer de bi birîndarî hatiye girtin, lê ji aliyê Îsmaîl Hakki Tekçe ve serê wî ji laş hatiye birîn û hatiye kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:24:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x