Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Peyama PWKê de ev gotin hatin rêzkirin:
Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî.
Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzidî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên Êzidî dê bernameyên taybet bicîh bînin.
Em Cejna Rojîyê, Cejna Êzî ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê pîroz dikin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)