Serokê Amedsporê: Em ji kesî natirsin

Serokê Amedsporê Selahattin Yildirim derbarê pêşbirka Bursasporê de ku êrîş li wan hatibû kirin û geşedanên piştî wê de axivî.

06.03.2023, Pts - 13:30

Serokê Amedsporê: Em ji kesî natirsin
Nuçe Belav bike

Di pêşbirka hefteya 23yemîn a Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê da beriya ku Bursaspor û Amedspor bên hemberî hev listikvanên Bursasporê êrîşî lîstikvanên Amedsporê kirin.

Pişt re dîmenên qadê û trîbunan beriya pêşbirkê li ser hesabên fermî yên medyaya civakî ya Amedsporê hatin parvekirin. Êrîşî lîstikvanên Amedsporê kirin û ji trîbûnan jî gelek tiştên din avêtin qadê.

Herwiha di lîstika Bursaspor-Amedsporê de alîgirên Bursasporê pankartên endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim ê bi nasnavê "Yeşîl" û wêneyên "Torosên Spî" vekirin.

Piştî belavkirina wêneyên endamê JITEMê “Yeşil” û wêneyê otomobîla Torosê ku bi kuştina Kurdan di sala 1990an de tên naskirin li ser medya civakî hejmarek parlamenterên HDP û CHPê û rojnamevanan jî nerazîbûna xwe pêşandan.

Serokê Amedsporê Selahattin Yildirim ku îro bi tîma xwe re gihîştin Amedê û ji aliyê girseyeke mezin ve hatin pêşwazîkirin ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wî bi Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê re pewendî dananiyeû got “Rewşeke tendirust tinebû. Ewlehiya canê werzişvanan tune bû. Divabû pêşbirk nehata lîstin. Divê yan trîbun bihatana valakirin an jî pêşbirk bihata paşxistin lê nekirin.”

Li ser pirsa gelo Amedspor difikirî ku xwe vekişîne yan na yan na, Yildirim got, "Em ji kesî natirsin, em paş de gav navêjin."

Serokê Amedsporê Yildirim her wiha ragihand ku ji Bursasporê ti kes lênegeriyaye.

Her wiha der barê pêşwazîkirina alîgiran de jî Yildirim wiha got “Amedspor tîma gel e, ev tîm tîma wan e. Kezeba herkesî dişewite, xwedî li tîma xwe derdikevin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:21:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x