Tirkiyê û PKKê amareke nû ya şerê li Zap û Avaşînê belav kirin

Çavkaniyên PKKê jî ragihandin ku di şerê duh de 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

25.05.2022, Çar - 12:07

Tirkiyê û PKKê amareke nû ya şerê li Zap û Avaşînê belav kirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hukusî Akar ragihand ku operasyona wan a li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de û bi taybet li devera Zap, Avaşîn-Basyanê berdewam e û got, ji destpêka operasyonê ve heta niha zêdeyî 100 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên PKKê jî ragihandin ku di şerê duh de 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Duh Sêşembê li navçeya Zapê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şerekî giran derket û di encamê de 5 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Piştî vî şerê giran, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar tevî şandeke pilebilind a artêşa Tirkiyê ku ji Serfermandarê Artêşê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Musa Avsever û Fermandarê Hêzên Esmanî Hasan Kuçukakyuz pêk dihat, serdana xeta sînor li ser sînorê parêzgeha Şirnexê kir.

Akar li Şirnex û Çelê serdana baregehên hêzên Tirkiyê kir û bi rêya videokonferansê ji fermandarên yekîneyên li ser erdê zanyariyên herî dawî wergirt.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand, duh li şikeftekê li devera Zapê di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de şer derketiye û diyar kir, heta niha di çarçoveya operasyona Pence-Kilît de bêtirî 100 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Akar diyar kir tevî şert û mercên nebaş û dijwar ên erdê û hewayê jî operasyona artêşa wî welatî li navçeyê ji bejayê û hewayê berdewam dike.

Akar bal kişand ser wê yekê ku dê operasyon weke hatiye plankirin bidome û got: “Operasyonên me yên seriya Penceyê berdewam in. Ev zincîrek e û xeleka dawî ya zincîrê jî Operasyona Pence-Kilît e. Bi encamdana serketî ya vê operasyonê em dê hem qiflê bigrin hem jî kontrola tam a sînorên xwe misoger bikin. Em pir nêzîkî wê ne.”

HPG: 12 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li aliyê din, medyayên nêzî PKKê li gor çavkaniyên HPGê diyar kirine ku di şerê duh de li herêma Çiyareş a Zapê de 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha li gor heman çavkaniyan, gerîlayan dest danêne ser 6 çekên leşkerên Tirkiyê

HPGê nasnameya du gerîlayên din aşkere kir

Baskê çekdar ê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) jî di daxuyaniyeke nû de nasnameya du gerlayên xwe ku roja 19ê mehê di şerê li dijî Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere kir.

Li gor HPGê, Ayhan Inalham bi navê kod Mîrza Rênas ji Amedê û Mehmet Ete yê bi navê kod Andok Şoreş ev jî ji Amedê canê xwe ji dest dane.

Bîlaçoya şer

HPGê ragihand ku wan 483 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 30 gerîlayan jî canê xwe ji dest dane. Tirkiye jî dibêje, ji destpêka operasyona Pence-Kilît de zêdetir ji 100 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana 2022 ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê dest pê kiriye ku heta niha berdewame.

Operasyon li navçeyên sînorî yên qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê birêve diçe û deverên Zap, Avaşîn-Basyanê li xwe digire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 773 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x