Barzanî ligel nûnerê taybet a Neteweyên Yekbûyî civiya

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê (Netewên Yekbûyî) kir.

02.08.2017, Çar - 12:11

Barzanî ligel nûnerê taybet a Neteweyên Yekbûyî civiya
Nuçe Belav bike

Li gor malpera nûçeyên fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn wiha ye:

Îro çarşem 02.08.2017 birêz Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda li niha û paşarojê de nirxandin.
Her li vê hevdîtinê de Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî behsa wê raporê kir, ku di derbarê Iraqê de pêşkêşî Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî kir û Serok Barzanî ji naveroka raporê agahdar kir.
Rewşa siyasiya navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x