Dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê aşkere bû

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku ew amade ye heta naverasta meha Hezîrana îsal, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêk bînin.

20.02.2024, Sal - 16:40

Dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê aşkere bû
Nuçe Belav bike

Bi mebesta gotûbêjkirina amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro danê şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna nûner UNAMI civiyan.

Li gorî zanyariyên K24'ê; Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand di civîna îro de ji şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê re ragihandiye, eger Dadgeha Federalî sibe Çarşemê 21-02-2024an biryarê li ser yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bide, ew dikarin heta naverasta meha Hezîrana îsal de hilbijartinan pêk bînin.

Li gorî nûçeyê, heta niha Serokatiya Herêma Kurdistanê û Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê li benda biryara dadgehê ne ji bo diyarkirina roja hilbijartinan.

Di civîna îro de, wek ku Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo asankarî û alîkariya proseyê bi awayekî şefaf û pîşesazyane nîşan dan.

Di civînê de, “Komîsyonê behsa rêkarên teknîkî û dabeşkirina demê ji bo pêngavên lidarxistina hilbijartinan di dema yasayî ya Komisyonê de kir, nûnerê UNAMA jî amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina hemû pêngavan bo serkeftina proseya hilbijartinan nîşan da.”

Ev di demekê de ye, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 18ê Sibatê ji bo yekalîkirina çend giliyan ji wan giliyên li ser pênc madeyên yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê civiyabû. Dadgehê dîsa biryara li ser giliyê bo sibe 21ê Sibatê bipaş xist.

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata bê de bihatine kirin, lê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024an gotibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê Çile, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.

Li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazineyî û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dikin, gilî li Dadgeha Federal hatiye vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:20:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x