Koşka Êlîzeyê (Elysees) di beyannameyekê de ragihand: “Serokê Fransa Emanuel Macron, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî agahdar kiriye, ku pêwîst e Bexda xwe ji pêşxistina aloziyan dûr bigire.”
Li gorî daxuyaniyê Macron herwiha dibêje: “Divê Bexda îîtrafê bi mafên gelê Kurd bike.”
Macron daxwaz li Ebadî kiriye, ku roja pênşemiya dahatî 5ê Cotmeha 2017ê serdana Fransa bike.
Serokê Fransayê herwiha pêşniyar kiriye, ku Parîs alîkariya Iraqê bike, daku ti aloziyek di navbera Bexda û Hewlêrê de çê nebe.