Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî Îraqê kir

Lijneya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Bexdayê xwest ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gorî wê rêjeya ku di yasaya bûdceyê de hatiye diyarkirin bide.

07.09.2023, Per - 06:20

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî Îraqê kir
Nuçe Belav bike

Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Di civîna de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amade bû, pirsgirêka bûdceyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên Kerkûkê hatin gotûbêjkirin.

Lijneya Wezîran tekez kir li ku di qanûna bûdceya federalî de hatiye diyarkirin divê Bexda hemû mûçeyên darayî yên mehane 1 trîlyon û 375 milyar dînar bişîne ku 906 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tê dayîn.

Lijneyê aloziyên li Kerkûkê jê nirxand û sersaxî ji malbatên kesên ku di bûyerên vê dawiyê yên bajêr de jiyana xwe ji dest daye xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Herwiha lijneyê tundutûjiya li dijî welatiyên Kurd ên ku bi awayekî aştiyane li dijî zilma li Kerkûkê xwepêşandan li dar xistin, şermezar kir.

"Divê yên gule reşandine bên darizandin"

Li aliyê din Lijneya Wezîran bangî Îraqê kir derbarê kesên ku li Kerkûkê gule li welatiyan reşandine û bûne sedema şehîdkirina welatiyan karûbarên yasayî bidin destpêkirin û bên darizandin.

Di civînê de danûstandinên dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî ya Iraqê ya sala 2023yan hatin gotûbêjkirin.

Lijneyê amaje bi wê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mûçe û mafên darayî yên karmend û karmendên xwe berpirs e û helwesta Bexdayê ya li ser nedana van mafan weke nîgeran şîrove kir.

Di yasaya bûdceya Iraqê de bi giştî pişka Herêma Kurdistanê 16 trîlyon û 498 milyar dînar hatiye destnîşankirin.

Li gorî vê yekê her meh pêwîst e Bexda 1 trîlyon û 375 milyar dînar ji Hewlêrê re bişîne.

Lê di civîna 3ê Îlonê de hikûmeta Iraqê biryar da ku tenê 500 milyar dînar “wek deyn” ji bo mehên Îlon, Çiriya Pêşîn û Çiriya Paşîn ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Herwiha Bexdayê ji bo mehên Tîrmeh û Tebaxê ti mûçe nedaye Herêma Kurdistanê.

Lijneya Wezîran bal kişande ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê ji roja 25ê Hezîrana 2023an ve ku yasaya bûdceyê ketiye meriyetê, erkên xwe yên li gorî yasayê cîbicî kirine.

Desteyê hikûmeta Iraqê vexwend ku vê biryarê binirxîne û bag kir ku mafên Herêma Kurdistanê yên darayî bi hejmarên ku di yasaya bûdceyê de hatine diyarkirin bidin.

Herwiha lijneyê tekez kir ku li seranserê Iraqê mûçeyên mehane bê dereng tên dayîn û divê li Herêma Kurdistanê jî heman pîvan bên cîbicîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 601 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:54:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x