Îro Înê 19ê Gulana 2023an, şandeke Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Fazil Mîranî serdana Komela Dadgerî ya Kurdistanê dike û ji aliyê Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr û endamên encûmena bilind a partiyê ve tê pêşwazîkirin.
Ev civîn di demekê de ye ku îro biryar e herdu dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê bi beşdariya Seroka Parlamentoya Kurdistanê û cîgirê wê û serokên fraksiyonên YNK û PDKê beşdarî civînê bibin.
Civîna aliyan piştî wê yekê tê ku 11ê vê mehê Serok Mesûd Barzanî di gotareke xwe ya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, ji aliyên siyasî yên Kurd daxwaz kir, ji bo dîtina çareseriyek bo kêşeyên navçeyê civîneke mezin saz bikin.