Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, dakokîkarê mafên mirovan James Cottrell li ser kêmbûna alîkarî û piştevaniyên navdewletî bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşîneyeke wê ya gelek baş li ser asta cîhanî di warê alîkariya mirovî de heye, lê belê kêmbûna alîkariyên mirovî ji bo vê dezgehê, bi tenê pêwendî bi dezgehê û Iraqê nîne, ev mijareke cîhanî ye û bi giştî alîkariyên navdewletî ji bo mijarên mirovî kêm bûne, ku ev jî zêdetir bi kêmbûna neqdiyên alîkariyan ve girêdayî ye.
James Cottrell diyar kir, çendîn sedem li paş kêmbûna alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hene, ji wan astengiyên nav Iraq û navçeyê bi giştî. Herwiha got, mebesta welatan û rêxistinên cîhanî ew e ku bi awayekî baştir alîkariya awareyên nav Iraqê bikin, di vê çarçoveyê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikare sûdê ji vê derfetê werbigre ji bo gihandina alîkariyan bo aware û penaberên Iraqê.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê rewşa mirovî ya penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn ligel dezgeh, rêxistin û berpirsên hikûmetê gotûbêj dike û diyar kir, ew ê sibe roja 16ê Tebaxê bi Wezareta Derve re li ser rewşa penaberan bicive.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, hinek ji wan rêxistinên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne, soz dane ku alîkariyên xwe berdewam bikin. Sibe jî ew ê li Wezareta Derve ligel Dîska Penaberan a Iraqê bicive.
Got: “Di civîna sibe de em ê hûrgiliyên zêdetir derbarê rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê ne pêşkêşî berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê bikin. Em hêvîdar in wan razî bikin ku rêxistinên navdewletî han bidin ku alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.”
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî aşkere kir, heta niha zêdetirî 300 hezar koçberên Êzidî li Herêma Kurdistanê bicih bûne û di kampan de ne.
Mûsa Ehmed da zanîn, jiyana koçberên Êzîdî dema vegerin ser malên xwe dê aram bibe, ev yek jî girêdayî cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ye.