Li Kelarê erdhejek pêkhat

Desteya Giştî ya Seqanasî û erdhejan a ser bi wezareta veguhestina Iraqê aşkera kir, îro li Kelar a navenda îdareya serbixwe ya Germiyanê erdhejek bi hêza 4.6 pêkhatiye.

18.07.2022, Pts - 14:34

Li Kelarê erdhejek pêkhat
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Desteya Giştî ya Seqanasî û Erdhejên Iraqê îro 18.07.2022yê demjimêr 11:04 erdehejek bi hêza 4.6 li Kelarê pêkhatiye û navenda erdhejê 9 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kelar bûye.

Li gor heman daxuyaniyê, hemwelatiyên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî hest bi erdhejê kirine û herwaha daxwaz ji hemwelatiyan hatiye kirin, hişyar bin û guhnedin nûçeyên derew û pêbend bin bi tevgera pêwîst a li hember bûyerên erdhejê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:39:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x