Li Xurmatû şer di navbera Erebên hawirde û Kurdan de çê bû

Melbenda 16 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, Erebên hawirde bi hevkariya artêşa Iraqê hatine û teqe li rûniştvanên Kurd li navçeyê kirine.

02.08.2020, Paz - 04:52

Li Xurmatû şer di navbera Erebên hawirde û Kurdan de çê bû
Nuçe Belav bike

Li Xurmatû şer di navbera Erebên hawirde û Kurdan de çê bû. Erebên hawirde vegeriyane sînorê Daqûq û Xurmatû ji ber hindê alozî çê bûye.

Melbenda 16 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, Erebên hawirde bi hevkariya artêşa Iraqê hatine û teqe li rûniştvanên Kurd li navçeyê kirine.

Li gor zanyariyan nêzikî 15 malbatên Erebên haride bi niyaza niştecihbûnê çûne gundekî di navbera Daqûq û Xurmatû, lêbelê rûniştvanên gund ku Kurd li dij derketine.

Mela Kerîm Şikur, Berpirsê Melbenda 16 a YNKê li Xurmatû ji Rûdawê re ragihand, îro, 02.08.2020, di demjimêrên sibehê de, 15 malbatên Erebên hawirde bi niyaza niştecihbûnê çûne sînorê gundê Kulî Tepe ku gundekî Kurdnişîn e û dikeve navbera Daqûq û Xurmatû.

Gundê Kulî Tepe, bi gotina Mela Kerîm Şikur, di salên 90î de hatiye Erebkirin û navê wî jî guhertine bo Mihawş, lê piştî 2003 ku hikûmeta Beas rûxa, Erebên hawirde gund bicî hiştiine û rûniştvanên gund ên Kurd vegeriyane.

Mela Kerîm Şikur dibêje, “Erebên hawirde vê sibehê bi hevkariya hêzên hikûmeta Iraqê vegeriyane û bi niyaz in dûbare zeviyên cotkarên Kurd dagîr bikin.”

Berpirsê Melbenda 16 a YNKê dibêje, “Artêşa Iraqê ji bo piştevanîkirina Erebên hawirde teqe li rûniştvanên navçeyê yên Kurd de kiriye. Em jî ji bo piştevaniya Kurdên li navçeyê diçîne wî gundî û em rê nadin ew Erebên hawirde vegerin navçeyê.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 812 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:03:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x